Hêzên Antî Terorê li Reqayê berpirsê malî yê şaneyên DAIŞ`ê girtin
May 06, 2020 23:17 Asia/Tehran
Hêzên Antî Terorê, piştî şopandinê berpirsê malî yê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yê li Reqayê girtin.
Hêzên Antî Terorê eşkere kirin ku berpirsê malî yê şaneyên DAIŞ`ê Ehmed Mihemed El-Elî girtin.
Hêzên Antî Terorê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser El-Elî, pereyên welatên wekî dolarê Amerîka, lireyê Tirkiyê û lireyên Sûriyê girtine. Tevî sê telefonên berîkan ên ku ji bo koordîneyê di navbera şaneyan de bikar dianîn.
Piştî ku şaneyên DAIŞ’ê gelek kiryarên terorîstî li Reqayê pêkanîn, hêzên leşkerî di vê dawiyê de girtekên emnî ji bo girtina endamên şaneyên DAIŞ`ê zêde kirin.