Li Sûriyê kesek din bi Koronavîrusê ket
May 06, 2020 16:54 Asia/Tehran
Hikumeta Sûriyê ragihand ku kesek din bi Koronavîrusê ketiye, bi vê yekê hejmara nexweşan li welêt gihaşt 45 kesan.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Ajansa SANA Newsê ji zarê Wezareta tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku kesek din bi Koronavîruês ketiye. Bi vê yekê hejmara nexweşan ên ku li welêt hatine belgekirin gihaşt 45 kesan.
Wezareta tenduristiyê ya Sûriyê got: “
Hejmara nexweşên Koronavîrusê li Sûriyê heta niha hatine tomarkirin gihaşt 45 kesan. Jê 27 nexweş baş bûn û 3 jî mirin.”