Êrişa hewayî ya Rejîma Îsraîlê ser navendeke lêkolînan a Sûriyê
Êrişa hewayî ya Rejîma Îsraîlê ser navendeke lêkolînan a Sûriyê li parêzgeha Helebê rastî bersiva sîstemên parastina hewayî ya Sûriyê hat.
Ajansaa SANA ya Sûriyê ragihand ku navendeka lêkolînan li parêzgeha Helebê kete ber êrişa Hewayî ya Rejîma Siyonîstî, lê belê Sîstema Berevaniya Hewaayî ya Sûriyê pêşî li vê êrişê girt.
Vê ajansa nûçeyan a Sûriyê berî viya derbarê berteka sîstema parastina hewayî ya Sûriyê li parêzgeha Helebê agahî da bû û ragihandibû ku hîn diyar nîne ku kîjan der û navend bûye armanca êrişa hewayî û ne diyar e ev êriş ji alliyê kê bûye.
Rayedarên Sûriyê bi caran ji civaka cîhaanî û Konseya Ewlekariya Navneteweyî xwestibû ku ÎÎsraîlê ji ber van êriş û desdirêjiyan neçarî bersivdayînê bikin û ji bo girtina pêşiya vaan êrişan gavên bilind rakin.
Çend rojên berî niha jî ji ber êrişa hewayî ya Rejîma Îsraîlê ser derdora Şamê 3 sivîl hatin kuştin.