Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê bi dawî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315514-dewriyeya_rûsya_tirkiyê_li_navçeya_girkê_legê_ya_qamişloyê_bi_dawî_bû
Hêzên Rûsyayê û artêşa Tirkiyê dewriyeya hevbeş a li gundewarên herêma Aliyan bi dawî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2020 12:46 Asia/Tehran
  • Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê bi dawî bû

Hêzên Rûsyayê û artêşa Tirkiyê dewriyeya hevbeş a li gundewarên herêma Aliyan bi dawî kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Dewriyeya hevbeş îro ji gundê Dêrûna Axê yê herêma Aliyan a navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê dest pê kiribû. Dewriye ji 9 erebeyên Rûsyayê û 4 erebeyên hêzên dewleta Tirkiyê, her wiha 2 helîkopterên Rûsyayê pêk dihat.

Dewriye ji gundê Dêrûna Axê dest pê kir û li gundê Batirzan, Bakrewan, Qastepan, Qerxo, Kaniya Nebî, Cîlika, Şêx Îbrahîm, Sermsax, Banokiyê û Xirab Reşik geriya.

Piştî dewriyeyê gera xwe bi dawî kir, hêzên dewleta Tirkiyê li nuqteyên xwe vegeriyan û polîsên leşkerî yên Rûsyayê jî vegeriyan Qamişloyê.

Tê zanîn ku hêzên Rûsyayê beriya dest bi dewriyeyê bikin alên xwe ji erebeyan rakirin û al li ser erebeyên artêşa Tirkiyê tunebûn.

Beriya demekê dewriyeyeke hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirkiyê li gundewarên herêma Aliyan dest pê kiribû û ji aliyê gel ve rastî bertekên tund hatibû.