HSDê isyana girtiyên DAIŞê li Hesekê kontrol kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315489-hsdê_isyana_girtiyên_daiŞê_li_hesekê_kontrol_kir
HSD ragihand ku hêzên wan û hêzên ewlekariya navxwe yaxîtî û isyana çekdarên girtî yên DAIŞê li mezintirîn zindana wan girtiyan li bajarê Hesekê kontrol kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2020 20:57 Asia/Tehran
  • HSDê isyana girtiyên DAIŞê li Hesekê kontrol kir

HSD ragihand ku hêzên wan û hêzên ewlekariya navxwe yaxîtî û isyana çekdarên girtî yên DAIŞê li mezintirîn zindana wan girtiyan li bajarê Hesekê kontrol kirine.

Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) di daxuyaniyekê de ku îmzeya berdevkê wê Kîno Gabriyel li ser e, da xuyakirin, ku piştî îsyana çekdarên girtî yên DAIŞê, hêzên taybet û Hêzên Dije Terorê yên ser bi Asayişa Rêveberiya Xweser ve destwerdan di rewşê de kirin.

HSD tekez dike, ku hêzên ewlekariyê bi temamî rewşa nav zindanê kontrol kirine û dawî li isyana girtiyên DAIŞê hatiye.

HSD di daxuyaniya xwe de dibêje, ku bidawîhatina isyanê piştî danûstandina di navbera hêzên wan û Hevpeymaniya Navdewletî li aliyekê û nûnerên girtiyên isyankar de çê bûye.

HSD herwiha tekez dike ku ji berpirsyariya Hevpeymaniya Navdewletî û civaka navdewletî ye, ku rêyeke çareseriyê ji bo pirsa girtiyên DAIŞê peyda bikin û ji bo zêdekirina tedbîrên ewlekariyê û baştirkirina rewşa zindanê, piştgiriyeke zêdetir bikin.

Hejmarek girtiyên DAIŞê ji nîve şeva bihorî ve li Zindana Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Hesekê yê bakurê rojhilata Sûriyê dest bi isyanê kiribûn.

Peyamnêra Rûdawê pêştir ragihandibû, piştî isyanê hêzên ewlekariyê zindan dorpêç kirin û ji nîvê şeva bihorî ve balafirên Hevpeymaniya Navdewletî di ser zinadanê re difirin.

Nûçegihana Rûdawê herwiha diyar kiribû, îro hejmareke din ji girtiyên DAIŞê tevlî isyanê bûne, lewma ji demjimêr 2 paş nîvro ve tevgera balafirên Hevpeymaniyê di ser zindarê re zêde bû.

Derbarê sedemên vê isyanê de, li gor zanyariyên berdest, girtiyên DAIŞê dibêjin ku sozên ji bo wan hatibûn dayin, nehatine bicîkirin.