Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê êrîşî gundên Şerayê dikin
May 03, 2020 20:22 Asia/Tehran
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ku gelek dever li Sûriyê dagîr kirine, bi topan û çekên giran êrîşî gundên Şeraya Efrînê dikin.
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bi topan û çekên giran êrîşî gundên Kefer Antûn, Îrşadiyê û Tatmaraş ê Şeraya Efrînê dikin. Dagirker bi çekên giran li van gundan didin. Bomberdûmana li herêmê didome.
Eva di rewşekê de ku hêzên kurd ên Sûriyê ji ber pandemiya Koronayê li cîhanê û navçê, daxwaza NNY ji bo rawestandina şêr qebûl kir, lê dewleta Tirkiyê û çeteyên Tirkiyê qet guh nadin ser derd û êşên xelkê navçê û bê navbera wan dikin armanca êrişên xwe.