Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û Meclisa Sûriyeya Demokratîk, êrîşa ku duh li Efrînê pêk hatibû, bi daxuyaniyên ku dan şermezar kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, têkildarî êrîşa ku duh Efrîne pêk hatibû û gelek kesan têde jiyana xwe ji dest dabûn, li ser hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê daxuyaniyek da.Ebdî, erîşê şermezar kir ku û têkildarî êrîşê ev tişt got: “Tiştên ku li Efrînê pêk hatin êrîşeke terorê ye ku divê bê şermezarkirin. Di vê êrîşê de gelek kesên bêguneh jiyana xwe ji dest dane.
Ev êrîşa wehşî ku li warê aştî û zeytûnan pêk hatiye, encama siyaseta hilweşîner û wêranker a dewleta Tirkiyê ye.”
MSD JÎ DAXUYANÎ DA
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand: “Em weke Meclisa Sûriyeya Demokratîk, hemû êrîşen li dijî sivîlan û êrîşa terorîstî ya li Efrînê şermezar dikin. Çeteyên terorîst, ji dewleta Tirkiyê piştgirî werdigirin û êrîşên bi vî rengî pêk tînin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Divê êrîş ûdagirkeriya dewleta Tirkiyê demildest raweste.”