Li Efrînê teqînek mezin: Herî kêm 43 kuştî û 176 birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315336-li_efrînê_teqînek_mezin_herî_kêm_43_kuştî_û_176_birîndar_hene
Teqînek li nav bazara bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar de ye, çêbû û li gor zanyariyên destpêkê, herî kêm 43 kes hatine kuştin û 175 kesên din jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 21:23 Asia/Tehran
  • Li Efrînê teqînek mezin: Herî kêm 43 kuştî û 176 birîndar hene

Teqînek li nav bazara bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar de ye, çêbû û li gor zanyariyên destpêkê, herî kêm 43 kes hatine kuştin û 175 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên Rûdawê, teqîn bi rêya tankereke tejî sotemenî bûye û li nav bazara Efrînê û li ser rêya Raco çêbûye.

Herwiha teqîn li nêzîkî navenda şaredariya berê ku piştî Efrîn hate dagirkirin û şûnde veguherîbûn navenda çeteyên dewleta Tirkiyê çêbûye.

Çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re ragihandin, ku herî kêm 43 kes hatine kuştin û 176kes jî birîndar bûne.

Dîmenên vîdyoyî yên teqînê jî gihîştine Rûdawê ku têde tê xuyakirin, agir bi çend otomobîlan ketiye. Herwiha di dîmenan de kuştî û birîndar jî tên dîtin ku beşeke zêde ya laşên wan şewitî ye.

Birîndarên teqînê bo nexweşxane û binkeyên tendirustiyê hatine rakirin.

Hêj ti aliyekê berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.

Di van dema dawiyê de gelek teqînên bi vî awayî li Efrînê çêbûne.

Efrîn ji roja 18 Adara sala 2018 ve di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî de ye. Herwiha Tirkiyê jî waliyekî xwe daniye Efrînê û wê herêma kurdên Sûriyê birêve dibe.

Rojane zilm û zordariyeke mezin li xelkê resenê Efrînê ku Kurd in tê kirin û mafên wan têne binpêkirin.