HRE: Li Bab û Efrînê 5 dagirker hatin kuştin
Nîsan 28, 2020 15:25 Asia/Tehran
HRE’yê ragihand, li Bab û Şera ya Efrînê di encama çalakiyên şervanên wan de, 2 leşerên Tirkiyê û 3 terorîstê girêdayî wê bi giştî 5 dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.
HRE'yê ragihand, roja 25'ê Nîsanê li herêma Babê li dijî wesayiteke çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama çalakiyê de wesayitek hate îmhakirin, 2 leşker û 2 terorîst hatin kuştin, 2 leşker û çeteyek jî birîndar bûn."
Li gorî daxuyaniyê, çalakiya duyemîn jî roja 27'ê Nîsanê li gundê Enabkê yê navçeya Şerayê pêk hat.
Di vê çalakiyê de ku bi rengê sûîqestê li dijî artêşa Tirkiyê hate kirin, çeteyek hate kuştin.