Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê bang kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315326-rêveberiya_xweser_li_dijî_êrîşên_dewleta_tirkiyê_bang_kir
Meclîsa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirkiyê dan û bang li welatên garantor kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 13:51 Asia/Tehran
  • Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê bang kir

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirkiyê dan û bang li welatên garantor kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirkiyê ber destê sibê êrîş birin ser bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê.

Têkildarî êrîşê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan û tê de ragihandin: "Dema ku tevahî gelên cîhanê û dewletên wê li dijî têkbirina pandemiya vîrûsa koronayê hevgirtî ne û bi rasthatina meha Remezanê re, dewleta Tirkiyê bi firokeyên xwe yên bêpîlot vê sibehê bajarê Kobanê bombebaran kir. Bi vê yekê tevahî peymanên ku berê îmze kirine, paşguh dike.

Em bang li Rûsya û Amerîkayê dikin ku li gorî sozên xwe der barê garantiya ewlehiya xaka Sûriyê û sînordarkirina êrişên Tirkiyê yên rojane li dijî gundên kantonên Girê Spî û Kobanê pêk tên, tevbigerin, tevî ku 6 meh di ser vekişîna HSD'ê ji herêmên sînorre derbas bûye.”