SOHR: Balafirke bêpîlot nueqeyên çeteyên Tirkiyê yên li gundewarê Hemayê kir hedef
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315310-sohr_balafirke_bêpîlot_nueqeyên_çeteyên_tirkiyê_yên_li_gundewarê_hemayê_kir_hedef
SOHR, ragihand ku Balafirke bêpîlot nuqteyên terorîstên Cebhet Weteniya Liltehrîr ya girêdayî Tirkiyê yên li gundewarê bakurê rojavayê Hemayê kir hedef.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 05:54 Asia/Tehran
  • SOHR: Balafirke bêpîlot  nueqeyên çeteyên Tirkiyê yên li gundewarê Hemayê kir hedef

SOHR, ragihand ku Balafirke bêpîlot nuqteyên terorîstên Cebhet Weteniya Liltehrîr ya girêdayî Tirkiyê yên li gundewarê bakurê rojavayê Hemayê kir hedef.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Balafirke bêpîlot çeteyên Cebhet Weteniya Liltehrîr a ku desteka xwe ji Tirkiyê digire li eniya Ziyara ya Deşta Xabê ya gundewarê barkurê rojavayê Hemayê kir hedef.

SOHR, agahî neda ku balafira bêpîlot a kê ye.

Beriya çend rojan balafira bêpîlot maşîneyek çeteyên Cebhet El-Nusra li eniya Enkawî yê Deşta Xabî kiribû hedef. Di encamê de bi kêmanî 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.