Amerîkayê 30 kamyonên nû yên çekan şandine Hesekeyê
Çekdarên têrorîst ên amerîkî Yekşemiyê bi şev tevî binpêkirina hakimiyeta Sûriyê û qanûnên navneteweyî, 30 kamyonên çek û alavên leşkerî derbarî baregeha xwe ya neqanûnî li parêzgeha Hesekeyê ya bakurê rojhilata Sûriyê kirin.

SANA Newsê ragihand ku ev karwanê leşkerî ji derbasgeha El Welîdê ya Iraqê derbasî Sûriyê bûye û piştre çûye baregeha neqanûnî ya Qesr Til Bîder li derdora bajarê Qamişlûyê.Beeriya vêya jî Amerîkayê çend caran çek û alavên şêrr ji riya Iraqê birine nav axa Sûriyê.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.