Idlib – Leşkerên Tirkiyê êrişî xwepêşanderan kir: 2 kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315273-idlib_leşkerên_tirkiyê_êrişî_xwepêşanderan_kir_2_kuştin
- Li gor zanyariyan, di êrişeke leşkerên Tirkiyê de li ser rêya Laziqiye-Helebê 2 kesên ku dewriya Tirkî-Rûsî protesto dikirin, hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 26, 2020 23:02 Asia/Tehran
  • Idlib – Leşkerên Tirkiyê êrişî xwepêşanderan kir: 2 kuştin

- Li gor zanyariyan, di êrişeke leşkerên Tirkiyê de li ser rêya Laziqiye-Helebê 2 kesên ku dewriya Tirkî-Rûsî protesto dikirin, hatin kuştin.

Li gor zanyariyên Çavdêriya Mafên Mirov (SOHR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye, îro berî destpêkirina dewriya hêzên Rûsî-Tirkî, hejmareke xelkê li ser rêya otustirada di navbera Leziqiyê û Helebê, li nêzî bajarokê Elnêrabê, komê bûn û bi vekirina konan li ser rê dewriye û rêkevtina herdu welan protesto kirin.

Her li gor SOHR ku zanyariyên xwe spartine çavkaniyên xwecihî, artêşa Tirkiyê jî destwerdan di wê xwepêşandanê de, bi ser konên çalakvanan de girt û bi bikaranîna gaza rondikrêj hewl da wan belav bike.

Lê hatiye belavkirin xelkê ku kom bûbû jî bi keviran bersiva hêzên artêşa dagîrker a Tirkiyê dan û red kirin ku belav bibin. Hatiye gotin ku li ser vê yekê serbazên Tirkiyê gulle li xwepêşanderan reşandine.

Di encama wê êrişê de jî li gor zanyariyên destpêkê, 2 xwepêşanderan canê xwe ji dest dane û nasnama wan herdu kesên sivîl heta niha jî nehatiye aşkerekirin.

Li gor heman çavkaniyê, leşkerên Tirkiyê dîwarên ji axê ku bi mebesta rêliebergirtina wê dewriyê ji aliyê xelkê ve hatibûn danîn rakirine.

Ev heyameke xelkê wan navçeyên Idlibê, li dijî rêkevtina di navbera Tirkiye û Rûsyayê û herwiha dewriyên herdu welatan protestoyan pêk tînin û nerazîbûna xwe nîşan didin.