HRE: 10 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315246-hre_10_çekdarên_ser_bi_tirkiyê_ve_hatin_kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di şer û pevçûnên li herêma Efrînê herî kêm 10 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 26, 2020 07:32 Asia/Tehran
  • HRE: 10 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di şer û pevçûnên li herêma Efrînê herî kêm 10 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin.

HREyê derbarê şer, pevçûn û êrişên li navçeyên bajarê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê, daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, şervanên HREyê roja 21ê Nîsanê, li ser rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê yên bi ser navçeya Şêrawa ‘çalakiyeke sabotajê’ encam dane û hatiye diyarkirin ku di encamê de 2 çekdar hatine kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê roja 23ê Nîsanê  li navçeyên Cerablûs û Raî li dijî hêzên ser bi Tirkiyê ve 3 êriş encam dane û hatiye gotin ku di wan êrişan de 8 çekdar hatine kuştin û 11 çekdar birîndar bûne û wesayîtek jî hatiye jinavbirin.

Herwiha hatiye belavkirin li çerxerêya Maratê jî şervanên HREyê êrişî çekdarên ser bi Tirkiyê ve kiriye û lê hatiye gotin ku encama wê nehatiye zelalkirin.

Li gor daxuyaniya HREyê di wan şer û pevçûnan de, bi giştî 10 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û 14 çekdar jî birîndar bûne.