Ermenan ji Til Temirê qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan bi bîr anîn
Ermenên li navçeya Til Temirê qurbaniyên komkujiyên ku dewleta Osmanî li dijî wan pêk anîne, bi bîr anîn.
Li gorî rapora HAWAR Newsê, Pêkhateya Ermen salvegera 105’an a Komkujiya Ermenan ku dewleta Osmanî li dijî Ermenan di navbera salên 1915-197’an de pêk anîye, li dêra Ermenan a li gundê Til Goran a li navçeya Til Temirê ya li Hesekê bi bîr anîn. Di encama wan komkujiyan de bi milyon û nîv kes bûn qurbanî, her wiha bi sed hezaran koçberî dewletên derdorê bûn.
Daxuyaniya salvegera bîranîna 105’an a Komkujiya Ermenan wiha ye:
"Qirkirina Ermenan a herî tund bû û di dîrokê de nayê qebûlkirin. Her wiha birîneke nayê tedawîkirin û mohreke şermê ya reş li ser eniya dewleta Tirkiyê. Mirovahî vê qirkirinê heta piştî derbasbûna hezar salî ji bîr neke."