Li Kobaniyê teqîn-2 kesan canê xwe jidest dan
Nîsan 23, 2020 19:47 Asia/Tehran
Li gundewarê Kobaniyê, bi sedema teqîna bombeyeke vedayî, 7 kes bûn qurbanî.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, li gundê Bozîk yê Kobaniyê bombeyeke vedayî di nava malekê de teqiya, di encamê de 2 kes ji malbatê canê xwe jidest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Diqewme ev bombeya ji paşmayên DAIŞê bibe ku niha teqiya.
Li Kobaniyê, Reqa û gundewarê Heseke û Dêrazor, gelek caran bombeyên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn vedan teqiyane û di encamê de welatiyên sivîl bûne qurbanî.