Rapora Kovara New Yorkerê derbarê Kurdên Sûriyê
Di rapora New Yorkerê da hatiye ragihandin ku Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) cêgehek taybet li nav fermandarên amerîkî heye. Vê kovarê nivîsiye ku fermandarên amerîkî di hevpeyvîna bi New Yorker'ê ra, ji ber jîrbûn û şiyana Mezlûm Kobanî, ew wek "Corc Waşîngtonê Kurdan" bi nav kirine.
Kovara New Yorkerê di raporekê da siyasetên Amerîkayê li navçeya bin kontrola kurdên Sûriyê û dûhatên wê hilêxistine.
Di vê raporê da rewşa têkilliya kurdên Sûriyê digel PKK'ê, têkilliya Amerîkayê digel Kurdên Sûriyê, rûbirûbûna Amerîka û Rûsiyê li ser navçeya bin kontrola kurdan û bijardeyên heyî jibo derketina kurdan ji qeyranê hatine hilkolandin.
New Yorker ku ji rexnekirên dewleta Trump e, dinivîse: Fermandarên kurd ên Sûriyê li ser vê bawerê ne ku derketina hêzên amerîkî ji bakurê Sûriyê ku bû sebeba êrîşa Tirkiyê li ser kurdan biryareke kesane ya Trump bûye û di vî warî da bi fermandarên amerîkî yên têkildarî Sûriyê neşêwiriye.
Di rapora New Yorkerê da hatiye ragihandin ku Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) cêgehek taybet li nav fermandarên amerîkî heye. Vê kovarê nivîsiye ku fermandarên amerîkî di hevpeyvîna bi New Yorker'ê ra, ji ber jîrbûn û şiyana Mezlûm Kobanî, ew wek "Corc Waşîngtonê Kurdan" bi nav kirine.
New Yorkerê di beşeke rapora xwe da bêyî amajeya bi 8 salan siyasetên destwerdan û berfirehxwaziyê yên Tirkiyê li Sûriyê, nemaze li bakur û rojhilata Sûriyê, piştevaniya Enqerê ji komên zêdegav û têrorîst û dagîrkirina hin navçeyên Idlib, Efrîn û vê dawiyê Girê Sipî û Serî Kaniyê yên Sûriyê, sebeba sereke ya dijminatiya Tirkiyê bi Kurdên Sûriyê ra "Têkilliya YPG'ê bi PKK'ê dizane" ku Tirkiye wê wek komeke têrorîst dizane.