Berdevamiya şendina leşkerê Tirkiyê û cebillxaneyan bo Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315070-berdevamiya_şendina_leşkerê_tirkiyê_û_cebillxaneyan_bo_idlibê
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ya opoozesiyona sûrî di nûraporeke xwe diyar kir ku şandina erebeyên leşkerî û zirîhdar bi leşekrên tirkiyeyî ve bo Idliba Sûriyê ji bo piştgiriya ji terorîstan û ji bo avakirina bargeheke nû ya leşkerî li başûrê vî bajarî berdewam dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2020 07:30 Asia/Tehran
  • Berdevamiya şendina leşkerê Tirkiyê û cebillxaneyan bo Idlibê

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ya opoozesiyona sûrî di nûraporeke xwe diyar kir ku şandina erebeyên leşkerî û zirîhdar bi leşekrên tirkiyeyî ve bo Idliba Sûriyê ji bo piştgiriya ji terorîstan û ji bo avakirina bargeheke nû ya leşkerî li başûrê vî bajarî berdewam dike.

Li gor Kurdpressê, Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê di nûçeyekê de bal kişand ser berdewamiya şendina leşkeran û erebe û çek û sîlahên curbicur bo Idliba Sûriyê ji aliyê dewleta Tirkiyê berdewam dike . Vê navendê diyar kiriye ku li du şevên bihûrî du karwanên leşkerî pêkkhatî ji 30 û 70 erebeyên zirîhdar ên artêşa Tirkiyê ji sînûrêên Sûriyê derbas bûn û gihêştin Idliba vî welatî. Bi vî awayî hejmara erebeyên leşkerî yên Tirkiyê ku piştî lihevkirina agirbesa Moskowê li 5 Adara 2020, derbasî Idlibê bûne gihêştiye 2 hezar û 750 erebeyan.

Ji aliyê din ve navenda hanê ragihand ku Artêşa Tirkiyê bargejheke din a leşkerî jî li Idliba Sûriyê çê kiriye û artêşa tirk bi bicihbûna li nêzîkiya bajaroka Erîh ya başûrê Idlibê, bargehên xwe li Idlibê gihandiiye 58 nuqteyan  û hejmara leşkerên Tirkiyê li Idlibê jî bi şandina karwanên nû yên leşkerî li Idlibê gihêştiye 10 hezar û 300 leşkeriyan.

Di rewşa ku Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kiriye ku Tirkiyê li Idlibê û derdora wê 58 bargehên leşkerî ava kirine, çavkaniyên leşkerî û îstixbaratî yên dewleta Tirkiyê îîdia dike ku bi tenê 12 bargehên leşkerî li Idlibê hene.