Demografiya Efrînê tê guhertin; nifûsa Kurdan ji sedî 97’ê daketîye sedî 35’ê
Li Efrînê plana guhertina demografîyê û nehîştina nasnemaya wê ya Kurdî bi awayekî rêkxistinkirî ji aliyê grûpên çekdar ve û li ber çavê artêşa Tirkiyê tê kirin, ku berî dagîrkirina Efrînê, rêjeya Kurdan li wê herêmê ji sedî 97 bû, lê niha daketiye ji sedî 35.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de amar û encamên plana guhartina demografîyê li Efrînê belav kirin û diyar kir, piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdaran û dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, guhartina demografiya wê bi awayekî rêkxistinkirî hatiye kirin, hejmarek mezin ji Kurdên resen jê hatine koçberkirin û rê nayê dayîn ew vegerin ser cih û warê xwe, li hember wê jî çend sed hezar malbatên Ereb ên ji navçeyên cuda ên Sûriyê koçber bûne lê hatine bicihkirin, bi awayekî ku niha hejmara Ereban li Efrînê ji ya Kurdan zêdetir bûye.
Li gor amarên ketine destê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, rêjeya Kurdan li Efrînê ji berî dagîrkirinê ji sedî 97 bû, lê di meha Çileya 2020an de, rêjeya Kurdan li Efrînê daketiye ji sedî 34.8, li hemberê jî rêjeya koçberên ji navçeyên cuda yên Sûriyê li herêma Efrînê hatine bicihkirin gihîştiye ji sedî 65.20.
Hejmara Kurdan niha li seranserî herêma Efrînê (298700) kes in, lê hejmara Erebên lê hatine bicihkirin gihîştiye (458100) kesî.
Herêma Efrînê ku navê wê Çiyayê Kurmênc e, herêmeke Kurdî ya resen e û ji navenda bajarê Efrînê, 7 navçeyan û nêzîkî 365 gundan pêk tê. Piştî Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve hat dagîrkirin, bi her awayî hewla nehîştina nasnameya Kurdî ya Efrînê tê dayîn, ku ji bo koçberkirina Kurdan, xelkê Efrînê rastî revandin û lêdanê tên, demografiya wê herêmê tê guhartin û şûnwar û cihên dîrokî jî tên dizîn û wêrankirin.