Qonaxa yekem a damezirandina serbazgeha Tirkîyê li bakura Sûrîyê bidawî hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315035-qonaxa_yekem_a_damezirandina_serbazgeha_tirkîyê_li_bakura_sûrîyê_bidawî_hat
Çavkanîyên xwecî li Sûrîyê ragihandin ku qonaxa yekem a damezirandina serbazgeha Tirkîyê li derdora Reqayê li bakura rojhilata Sûrîyê bidawî hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2020 11:30 Asia/Tehran
  • Qonaxa yekem a damezirandina serbazgeha Tirkîyê li bakura Sûrîyê bidawî hat

Çavkanîyên xwecî li Sûrîyê ragihandin ku qonaxa yekem a damezirandina serbazgeha Tirkîyê li derdora Reqayê li bakura rojhilata Sûrîyê bidawî hat.

Artêşa Tirkîyê di çarçova xurtkirina hêzên xwe jibo dagirkerîya li bakura Sûrîyê de, qonaxa yekem a avakirina serbazgeheke mezin li derdora Reqqayê kuta kir.

Ligorî gotina çavkanîyên xwecî, di wê qonaxê de alav û maşînên giran ên muhendisî û leşkrî hatin veguhestinê, sînorê serbazgehê hat kivşkirinê û cihê wê hat ramalînê.

Ew serbazgeha ser rêya Reqqa-Girêspî ye.

Ji hêla din va, duh hevgavê hatina leşkerên tirk digel alavên hanê, çend sed serbazên Artêşa Sûrîyê jî derbasî derdora Girêspî bûn.