Li Efrînê teqîn.. Birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315025-li_efrînê_teqîn.._birîndar_hene
Li nava bajarê Efrînê teqînek çê bû û li gor zanyariyan qurbanî hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2020 04:01 Asia/Tehran
  • Li Efrînê teqîn.. Birîndar hene

Li nava bajarê Efrînê teqînek çê bû û li gor zanyariyan qurbanî hene.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, li nava bajarê Efrînê bombeyeke vedayî teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û bi rêjeyeke mezin teqîn tên kirin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Ji aliyê din ve hêzên ku Efrîn dagîrkirine yên wekî artêşa Tirkiyê û terorîstên ser bi wê bi xwe jî her roj xelkê navçê dîl digirin û mal û heyiyya wan didizin.