Têrorîstên ser bi Tirkîyê 25 welatî li Hesekê revandin
Nîsan 18, 2020 03:51 Asia/Tehran
Têrorîstên ku Tirkîye pişta wan digire, 25 kes li gundê Al Ahrasê ser bi parêzgeha Hesekê revandin û birin cihekî nedîyar.
Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) ragihand ku têrorîstên ser bi Enqerê bilî revandina wan 25 welatîyana ketin malên xelkê gundê Al Ahrasê û ew talan kirin.
Piştî ku Artêşa Tirkîyê digel çeteyan ji 24’ê Kanûna sala 2016’an ve dest bi dagirkirna axa Sûrîyê kir, girtin, revandin, işkencekirin, dizî û talankirina mal û milkên xelkê û guhertina dêmogirafîya herêmên Kurdnişîn bûye karê rojane yên wan hêz û çeteyana.Bilî wê, ew dagirkerîya bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi hezaran kes ji xelkê Sûrîyê nemaze Kurdan û awarebûna çend sed hezar kesî li wî welatî.