Welatiyên sûrî karwanê eskerî yê Emerîkayê neçarî vekişyanê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314974-welatiyên_sûrî_karwanê_eskerî_yê_emerîkayê_neçarî_vekişyanê_kirin
Xelkê du gundên li bakurê rojhilata Sûriyê rê li ber karwanekî hêzên emerîkî girtin û ew neçar kirin vekişin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2020 11:29 Asia/Tehran
  • Welatiyên sûrî karwanê eskerî yê Emerîkayê neçarî vekişyanê kirin

Xelkê du gundên li bakurê rojhilata Sûriyê rê li ber karwanekî hêzên emerîkî girtin û ew neçar kirin vekişin.

 Li gorî rapora SANA Newsê, xelkê gundên Qesayibê û El-Rehîle El-Sûdeyê li bajarê Qamişloyê li parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilata Sûriyê duh pêncşemiyê rê li ber karwanekî eskerî yê Emerîkayê ku dixwest derbasî van du gundan bibe girtin û ew neçar kirin vekişin.karwanê eskerî yê Emerîkayê ji pênc trimbêlên zirihxî pêk hatibû.

Pêştir jî xelkê gundê Xerab Eskerê li bajarê Qamişlûyê çend caran rê nedan eskerên emerîkî û ew neçarî vekişyanê kirin.

 Terorîstên emerîkî bona talankirina nefta Sûriyê li parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilatê û parêzgeha Dêrazorê li rojhelata  vî welatî de bi cih bûne.