Gorneke komkî li bakurê Sûriyê hat dîtin
Nîsan 15, 2020 13:43 Asia/Tehran
Karzanên sûrî li derdora bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê, gorneke komkî ku 200 meyt nav de ne dîtin.
Li gorî rapora Fars Newsê, rayedarekî Konseya Bajarê Reqayê ya ser bi Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) got: Piştî vedîtina gorna komkî ji aliyê cotyarên derdora bajarê Reqayê, koma taybet a naskirina gornên komkî, bi amadebûna li vê navçeyê, qala hebûna zêde ji 200 meytan li nav çalekê kir.
Eva gora bîst û pêncem e ku ji dema azadkirina bajarê Reqayê ji bin dagîrkeriya DAIŞ'ê va tê dîtin.
Bajarê Reqayê Cotmeha 2017an hat azadkirin û ji wê demê va û heta niha 5780 meyt ji nav gornên komkî yên derdora vî bajarî hatine vedîtin.
Li gorî gotina çavkaniyên sûrî, meyt yên kesên leşkerî û sivîl in ku çeteyên DAIŞê ewna kuştine.