Li Şêravayê 2 çete hatin kuştin
Di çalakiyên Hêzên Rizgarkirina Efrînê yên li Şêrava û Mareyê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di çalakiyên wan ên 11 û 13 Nîsanê de li navçeyên Şêrava û Mare ser bi Efrînê 2 çeteyên artêşa Tirkiyê hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Roja 11’ê Nîsanê hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Basûtê ya girêdayî navçeya Şêrava li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke eskerî li dar xistin.Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Roja 13’ê Nîsanê ji hêzên Rizgariya Efrînê li derdora bajarê Mareyê li dijî çeteyên artêşa Tirkiyê çalakiyek li dar xistin. Di encamê de çeteyek bi giranî birîndar bû.”
Li gor xeberk din, Artêşa Tirkiyê navçeya Şêravayê topbaran dike.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Birc Qas û Kilûtê yên navçeya Şêrawayê topbaran dikin.