Daxwaza tûnisyan bo destpêkirina peywendiyan bi Sûriyê re
Bi hezaran kes ji tûnisîyan nameyeka gelanî wajo kirin û têde daxwaza destpêbûna peywendiyan bi Sûriyê re kirin.
Li gorî rapora ISNA`yê, tûnisîyan li vê nameyê daxwaza destpêkirina piştgiriya ji gelê Sûriyê û destpêkirina peywendiyên dîplomatîk bi vî welatî re kirin.
Wajokirinên vê nameyê ji parlemanter, partiyên siyasî, saziyên neteweyî û civaka sivîl xwestin ku peywendiyên bi Sûriyê re destpê bikin ku ev welata li warê girtina pêşiya belavbûna Koronayê tenê nemîne.
Li vê nameyê hatiye: "Cîhana îro di rewşekê de ye ku ji ber xebata dijî belavbûna Koronayê aboriya welatan li halê jinavçûyînê de ye; Yek ji van welatan Sûriye ye ku bi xwe hevgav rastî çend şeran hatiye."
Wan di vê nameyê de ji saziyên neteweyî û civaka sivîl xwestin ku helwêstên xwe li bara Sûriyê venihêrin û peywendiyên xwe yên dîplomatîk destpê bikin.
Hejmarek ji berpirsên siyasî û nunerên berê yên parlemana Tûnisê Meha Adarê planek bo destpêkirina peywendiyan bi Sûriyê re raber kirin û piştgiriya xwe ji vî welatî li şerê dijî terorîzmê raghandin.