Eskerên ûris li niqteyên rûbirûbûna kurdan û artêşa Tirkiyê bi cih bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314806-eskerên_ûris_li_niqteyên_rûbirûbûna_kurdan_û_artêşa_tirkiyê_bi_cih_bûn
Çavkaniyên Kurdpressê raghandin ku eskerên ûris li çar niqtên eskerî li bajarê Tiltemirê li bakurê Hesekê bi cih bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2020 14:06 Asia/Tehran
  • Eskerên ûris li niqteyên rûbirûbûna kurdan û artêşa Tirkiyê bi cih bûn

Çavkaniyên Kurdpressê raghandin ku eskerên ûris li çar niqtên eskerî li bajarê Tiltemirê li bakurê Hesekê bi cih bûne.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, çavkaniyên meydanî ji nûçegîhanê Kurd Pressê re gotin ku vê dawiyê eskerên ûris alayên xwe li cihên hizûra hêzên dewletî yên artêşa Sûriyê li rex artêşa Tirkiyê û komên cîhadî li derdora bakurê Hesekê bilind kirin. 

 Li gor çavkaniyên Kurdpressê, niha li hêlên sînorî yên bakurê Sûriyê, hêzên ûris ji du rojan berî niha va bi hizûra xwe  û bi seredana bereyên pêşiyê li halê amadebûna bo bicihkirina polîsê xwe yê eskerî li cihê rûbirûbûna  hêzên kurd û hêzên sînorvanyê yên hikûmeta navendî bi artêşa Tirkiyê û komên cîhadî re ne. 

 Van çavkaniyan diyar kirin: Erkdariya van nuqteyan sînordarkirina bombebarana gundên bakurê Hesekê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar va ye. 

 Li gor çavkaniyên Kurdpress`ê, hîn demeke diyarî bo damezrandina cihên eskerî yên Rûsiyê li navçê kivş nebûye.

  Li gor nûçan, hêzên ûris alayên xwe li ser 4 cihên eskerê yên ser bi hikûmeta Sûriyê li gundên Um Ul-Keyf, Ebûşê li 40 km ya derdora bajarê Tiltemirê û du cihên bajarê Ebû Rasîn û zerkanê li 70 km bakurê rojhilata Hesekê bilind kirine.