Têrosîtan li Efrînê rêya hesin jî dizîn
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine tevahiya riya hesin dizîne. Herwiha 3 welatiyên Kurd jî ji gundekî Efrînê revandine.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpên çekdar hesin û textikên riya hesin a trênê ku dirêjahiya wê zêdetir ji 61 kîlometroyan e vekirine û dizîne û hûrehûr firotine bazirganên Tirkiyê.
Riya hesin a trênê di sala 1911 - 1913an de ji aliyê Almanyayê ve hatibû dirustkirin, dirêjahiya wê jî ji rawestgeha Qitmê û heta rawestgaha Meydan Ekbesê 61 kîlomrtro ye.
Ji aliyekî din ve wê rêxistina mafên mirovan da zanîn, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Medenî dor li gundê Behdîna yê navçeya Reco girt û 3 welatî bi navên Mustefa Mihemed Îbiş, Ehmed Arif Îbiş û Mihemed Xelîl Şaban revandin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ve, kuştin û revandina welatiyan, dizî û talankirina mal û milkên xelkê, guhartina demografiya Efrînê, dizî û wêrankirina cihên dîrokî û riya hesin bûne karên rojane yên wan hêz û têrorîstana.