Li Sûriyê 6 kesên din bi koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314622-li_sûriyê_6_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Wezareta Tendirûstiya Sûriyê ragihand ku 6 kesên din li wî welatî bi koronayê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 05, 2020 07:10 Asia/Tehran
  • Li Sûriyê 6 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirûstiya Sûriyê ragihand ku 6 kesên din li wî welatî bi koronayê ketin.

Wezareta Tendirûstiya Sûriyê roja Pêncşemê 2ê Nîsanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku di berdewamiya pişkinînên wan de 6 haletên nû yên tûşbûna bi COVID-19 li wî welatî hatine piştrastkirin.

Li gor vê daxuyaniyê, bi wan 6 kesan hejmara tûşbûyên koronayê li Sûriyê gihêşte 16 kesan.

Wezareta Tendirustiya Sûriyê dibêje, ji destpêkê ve heta niha 2 kes li wî welatî  bi sedema Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha Wezareta Navxwe ya Sûriyê jî ragihandiye ku roja Înê û Şemiyê qedexeya hatûçûnê li seranserê wî welatî tê cîbicîkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Sûriyê, qedexe ji saet 12:00 nîvro ve dest pê dike û heta 06:00 sibeha roja din berdewam dike.

Sûriyê di 22ê Adarê de yekemîn haleta tûşbûna bi vîrusa orronaayê aanku COVID-19 ragihandibû.

Hikûmeta Sûriyê ji bo rûbirûbûna koronayê, heta niha hejmarek rêkarên wek girtina dibistanan û navendên xwandinê, bazar, stadyum û salonên werzişî, holên sînema û şanoyê û çend cihên giştî yên din, pêk aniye.