Nîsan 07, 2021 20:52 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirk bi dijwarî gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê li Sûriyê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bi mûşk û topan gelek gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê û gundên Şehbayê li bakurê rojavayê Sûriyê topbarnan dikin.

Artêşa Tirkiyê ya ku gelek dever bajar û gundên Sûriyê dagir kirine bi çeteyên xwe ve di van demên dawiyê de gundên Merenaz, Alqemiyê, Şewarxa û Tinibê yên Şera, Aqîbê û Bênî yên navçeya Şêrawa, gundên Şêx Hîlal, Dêrcemal, Kefernaya û Teanê yên kantona Şehbayê bi top û mûşekan kirin hedefa êrişan.

Heta niha mûşekbaran û topbaran bi dijwarî berdewam e û tu agahiyên li ser ziyanên canî û maddî bi dest neketine

Serepeyv