Yehya Serî': Hêzên çekdar ên Yemenê xwefirreke siûdî jorda xistin
Tesrîn 04, 2026 18:25 Asia/Tehran
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Artêşa Yemenê bi saya Xwedê karî xwefirreke naskirin û çekdar a dijminê siûdî ku vê sibehê li esmanê parêzgeha Teizê mijûlî kiryarên dijminane bû, jorda bixin.
Yehya Serî', Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Hêzên me yên çekdar bi saya Xwedê karîn xwefirreke naskirin û çekdar a cureya Wing Loong 2 ya girêdayî dijminê siûdî ku vê sibehê li esmanê parêzgeha Teizê mijûlî kiryarên dijminane bû, bi rêya bikaranîna çekeke guncav jorda bixin. Ev dehemîn xwefirra ji vê cureyê ye ku ji destpêka giranbûna pevçûnan va hatîye jordaxistin.