Tundbûna pêla revîna sîyonîstan ji Filistîna Dagirbûyî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i359824-tundbûna_pêla_revîna_sîyonîstan_ji_filistîna_dagirbûyî
Revîna sîyonîstan ji Fiilstîna Dagirbûyî hevgavê berdewambûna dûhatên şêrr û tundbûna qeyrannê sîyasî û aborî, zêde bûye.
(last modified 2026-08-24T11:59:02+00:00 )
Tebax 23, 2026 14:28 Asia/Tehran
  •  Tundbûna pêla revîna sîyonîstan ji Filistîna Dagirbûyî

Revîna sîyonîstan ji Fiilstîna Dagirbûyî hevgavê berdewambûna dûhatên şêrr û tundbûna qeyrannê sîyasî û aborî, zêde bûye.

Rojnama Financila Times`ê ragihand: Ji sala 2023yê va heta nika nêzî 150 hezar sîyonîst ji Filistîna Dagirbûyî derketine; demajoya ku hevgavê berdewambûna dûhatên şêrr û giranbûna qeyranên sîyasî u aborî didome. Ev rojnama herwiha dinivîse: Di salên 2023 u 2024ê da koçberbûna ji Fiilstîna Dagirbûyî di bin sifrê da bû , lê ev revîna ji bo sala duyem bi dû hev, zêde bûye.
Hevgavê vê yekê, hejmara derketina kesên bi derhata zêde ji Fiilstîna Dagirbûyî anegorî berî sala 2019ê hema bêje duberanber bûye û gellek tixtor, muhendis û kesên çalak di beşa teknolojîyê da Filistîna Dagirbûyî diterikînin.