Êrişa bi xwefiran a Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê
Tîrmeh 17, 2026 14:18 Asia/Tehran
Destdirêjî û binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve li başûrê Libnanê hîna jî berdewam in.
Di binpêkirina herî nû ya agirbesê de, artêşa dagirkir motorsîklêtekî li ser rêya Beyaze- Naqoreyê li navçeya Sûr a li başûrê Libnanê da ber êrişên bi xwefiran. Nûçegîhanê El Minarê jî eagihand ku dagirkir sibeha îro derdora bajaroka Hedasayê teqînek pêk anîn. Bajaroka Mensûrî li başûrê Libnanê jî di serê sibehê de ketin ber êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst. Medyayên libnanî herwiha basa êrişa bi xwefiran a artêşa dagirkir ser navçeya Şewkeynê li bajarê Nebetiyê li başûrê Libnanê kirin.