UNICEF: Qeyrana xwarinê ya giran gefê li zarokên Sûdanê dixwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i358311-unicef_qeyrana_xwarinê_ya_giran_gefê_li_zarokên_sûdanê_dixwe
Berdevkê UNICEF`ê hişyarî da ku zarokên sûdanî bi qeyrana giran a xwarinê re rûbirû ne û divê civaka cîhanî di vî warî de bikeve dewrê.
(last modified 2026-02-11T12:16:15+00:00 )
Sibat 11, 2026 14:15 Asia/Tehran
  • UNICEF: Qeyrana xwarinê ya giran gefê li zarokên Sûdanê dixwe

Berdevkê UNICEF`ê hişyarî da ku zarokên sûdanî bi qeyrana giran a xwarinê re rûbirû ne û divê civaka cîhanî di vî warî de bikeve dewrê.

Rîkardo Prirêz got: Rewş her roj xirabtir  dibe û niştecihên eyaleta Darfora bakurî li rojavaya Sûdanê bi birçîtî û bê ewlehiya xwarinê ya giran re rûbirû bûne û ev bê ewlehiya xwarinê li herêmên Om Boro û Karnowî gihîştiye asta xelayê û eva di halekî de ye ku zêdetirî nîvê zarokên herêmên bakurî  yên vê eyaletê bi kêmasiya xwarinê ya giran re rûbirû bûne û lawaziya  beşa tendrustiyê veguheriye gefeke nalebar.