Amerîka u Rejîma Sîyonîst çekên qedexe dijî Yemenê bi kar tînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i356883-amerîka_u_rejîma_sîyonîst_çekên_qedexe_dijî_yemenê_bi_kar_tînin
Lêjneya Netewî ya Mafên Merivan a Yemenê ragihand ku di êrişên Amerîka u Rejîma Sîyonîst ser wî welatî da çekên qedexe hatine bikaranîn.
(last modified 2025-11-01T10:35:35+00:00 )
Tesrîn 01, 2025 16:49 Asia/Tehran
  • Amerîka u Rejîma Sîyonîst çekên qedexe dijî Yemenê bi kar tînin

Lêjneya Netewî ya Mafên Merivan a Yemenê ragihand ku di êrişên Amerîka u Rejîma Sîyonîst ser wî welatî da çekên qedexe hatine bikaranîn.

Lêjneya Netewî ya Mafên Merivan a Yemenê ragihand ku di êrişên Amerîka u Rejîma Sîyonîst ser wî welatî da ji Çilleya 2024ê heta Îlona 2025ê çekên qedexe hatine bikaranîn u pirtî u bermayîyên wan çekana tam dîyar in.

Rejîma Sîyonîst di Gulana 2025ê da, zêde ji 150 carî bi balafiran êrişî navçeyên xelknişîn u Balafirgeha Sen`a, Bendera Hudeyde u navendên ceryanê yên vî welatî kir.

Balafirgeha Sen`ayê bi dehan carî ketîye ber êrişên hewayî yên Rejîma Sîyonîst u ji wan 6 balafirên rêwîhilgir ên Yemenê di encamê da ji nav çûn. Bi giştî heta nika hezar u 669 kes ji wan 235 zarok u 119 jin di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Yemenê da hatine şehîdkirin u birîndarkirin.