Hejmara goriyên erdheja Efxanistanê jorda çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i356002-hejmara_goriyên_erdheja_efxanistanê_jorda_çû
Berdevkê Taliban basa jordaçûna hejmara goriyên ji ber erdheja mirinbar a vî welatî kir û ragihand ku ev hejmar rabû hezar û 400 kesî.
(last modified 2025-09-02T11:23:16+00:00 )
Îlon 02, 2025 14:53 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên erdheja Efxanistanê jorda çû

Berdevkê Taliban basa jordaçûna hejmara goriyên ji ber erdheja mirinbar a vî welatî kir û ragihand ku ev hejmar rabû hezar û 400 kesî.

Zebîhullah Mucahid ragihand: Herî kêm 3 hezar û 124 kes birîndar bûne û zêde ji 5400 mal kawil bûne. Ajansa nûçeyan a Roytêrzê jî îro derbarê erdhejeke bi mezinatiya 5.5 Rîştêrî li başûr rojhilatê Efxanistanê agahî da. Li dû erdheja mirinbar a vê dawiyê li wilayetên rojhilatê vî welatî, hejmareka zav a welatên cînarê Efxanistanê, hevxemiya xwe bi xelkê vî welatî re diyar kirin û amadetiya xwe ji bo şandina alîkariyên pêwîst ragihandin. Balyozê Îranê li Efxanistanê yekemîn dîplomatê biyanî ye ku ji bo diyarkirina hevxemiyê û raberkirina alîkariyan bo mexdûrên erdhejê, seredana wilayeta Konerê kiriye.