Hejmara gorîyên erdheja li Efganistanê ji 800 kesî derbas bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355993-hejmara_gorîyên_erdheja_li_efganistanê_ji_800_kesî_derbas_bû
Li gorî ragihandina berpirsên Efganistanê, hejmara gorîyên erdheja şeva buhurî li vî welatî heta vê gavê rabûye 812 kesî û zêde ji 2 hezar kesî jî birîndar bûne.
(last modified 2025-09-01T12:59:33+00:00 )
Îlon 01, 2025 14:52 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên erdheja li Efganistanê ji 800 kesî derbas bû

Li gorî ragihandina berpirsên Efganistanê, hejmara gorîyên erdheja şeva buhurî li vî welatî heta vê gavê rabûye 812 kesî û zêde ji 2 hezar kesî jî birîndar bûne.

Erdhejeke bi giranîya 6.2 rîşterî şeva buhurî zincîre-çîyayên Hindukoş ên Efganistanê hejand. Li gorî gotina Zebîhullah Micahid Berdevkê hikûmeta Talibanê li vî welatî di civîneke çapemenîyê da ragihand ku hejmara gorîyên erdheja li vî welatî heta vê gavê rabûye 812 kesî û 2 hezar u 817 kesî jî birîndar bûne. 

Serokomarê Îranê jî di peyamekê da ji ber candayîna welatîyên efganistanî di encama erdhejê da sersaxî da.

Serokomarê Îranê herwiha ragihand ku Komara Islamî ya Îranê ji bo her cure hevkarî, hawargiheştin û şandina alîkarîyên mirvodstane bo navçeyên zîyanlêketî yên Efganistanê amade ye.