Yemen welatên ereb ji ber piştgiriya Rejîma Siyonîst hişyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355565-yemen_welatên_ereb_ji_ber_piştgiriya_rejîma_siyonîst_hişyar_kir
Endamekî girîng ê polîtburoya tevgera Ensarullah a Yemenê hemû şîrketên barkêşiyê ji ber hevkariya bi rejîma siyonîst re hişyar kir.
(last modified 2025-07-30T13:47:21+00:00 )
Tîrmeh 30, 2025 13:12 Asia/Tehran
  • Yemen welatên ereb ji ber piştgiriya Rejîma Siyonîst hişyar kir

Endamekî girîng ê polîtburoya tevgera Ensarullah a Yemenê hemû şîrketên barkêşiyê ji ber hevkariya bi rejîma siyonîst re hişyar kir.

Hizam Esed ragihand: Qonaxa çaremîn a operasyona deryayî ya Yemenê ji bo piştgiriya gelê Xezzê dê li dijî hemî şîrketên keştîvaniyê be ku bi benderên Rejîma Siyonîst re hevkariyê dikin, çi yên welatên Ereb û Îslamî bin, çi yên welatên din bin. Esed her wiha got: Hêzên çekdar ên Yemenê bi biryar in ku operasyonên xwe yên leşkerî li dijî dijminê siyonîst û piştgirên wî yên ku beşdarî kuştin û dorpêçkirina gelê Xezeyê dibin, berfireh bikin. Wî her wiha got: Tevlîbûna hin rejîmên erebî û îslamî di dorpêçkirina Xezeyê û zêdebûna danûstandinên bazirganî bi rejîma siyonîst re wekî şermek tê hesibandin."