Rawestandina hevkariya kompaniyan bi Rejîma Siyonîst re ji ber êrîşên Yemenê
Tîrmeh 13, 2025 16:47 Asia/Tehran
Piştî dijwarbûna operasyonên hêzên Yemenê dijî hedefên deryayî yên girêdayî Rejîma Siyonîst, gelek şîrketên keştîvaniyê yên navneteweyî biryar dan ku nehêlin gemî bikevin benderên dagirkirî yên vê rejîmê.
Şîrketên sîgorteyê herwiha ragihandine ku ew ê hewl bidin ku ji sîgortekirina her keştiyek têkildarî Rejîma Siyonîst, her çend nerasterast be jî, dûr bisekinin. Ev kar piştî qedexeya ku hêzên Yemenê li ser her çalakiyek deryayî ya bi rejîma Siyonîst ve girêdayî ragihandiye, pêk tên. Çavkaniyek ewlehiya deryayî diyar kir ku asta amadebûna îstîxbaratî ya hêzên Yemenê di êrîşên dawî de pir pêşketî û rast bû û ev êrîş bi hevrêzî û plansaziyek kûr hatin kirin.