Di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê de kesek şehîd bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355287-di_encama_êrişa_rejîma_siyonîst_ser_başûrê_libnanê_de_kesek_şehîd_bû
Di encama êrişa îro ya Rejîma Siyonîst ser motorsîklêtekî li başûrê Libnanê de kesek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2025-07-10T12:36:08+00:00 )
Tîrmeh 10, 2025 13:25 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê de kesek şehîd bû

Di encama êrişa îro ya Rejîma Siyonîst ser motorsîklêtekî li başûrê Libnanê de kesek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

Wezareta tendirustiya Libnanê îro pêncşemiyê ragihand ku di encama êrişa bi xwefiran a îro ya Rejîma Siyonîst ser motorsîklêtekî li bajaroka El Mensûrî li başûrê Libnanê de kesek şehîd bû û kesekî din jî birîndar bû. Li gorî rapora malpera El Neşreyê, sibeha îro jî xwefirekî îsraîlî bi avêtina 2 mûşekan hin dikan li bajaroka Yehmer El Şeqîf a Başûr li bajaroka Nebetiyê kirin hedef.

Rejîma Siyonîst bi êrişa ser gund û bajarên li başûrê Libnanê û navçeya Zahiyeya Başûr a Bêyrûtê û berdewamiya dagîrkirina pênc binkeyan li başûrê vî welatî, binpêkirina hevhatinameya agirbesê ya bi Libnanê re di 27`ê Mijdara 2024`an didomîne.