Tîrmeh 10, 2025 16:36 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya artêşa Yemen li ser êrişa mûşekî ya ser balafirgeha Bên Goryonê

Hêzên çekdar ên Yemenê di daxuyaniyekî de ragihand ku wek bersiva li hember cinayet û jînûsayda Rejîma Siyonîst dijî xelkê zilimdîtî yê Xezzê û bona piştgîriya ji têkoşerên filistînî, operasiyoneka deqîq a mûşekî dijî siyonîstan cih aniye.

Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê di daxuyaniya xwe ya îro de pêgîrî kiriye, li dû dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê, yekîneya mûşekî ya hêzên çekdar ên Yemenê, operasiyoneka leşkerî û taybet bi awayekî serkevtî cih anî. Di encama vê operasiyonê de balafirgeha navnetewî ya Bên Goryonê li navçeya dagirkirî ya Yafayê kete ber mûşekeka balistîk a ji cûreya Zulfeqarê.

Ji ber ê êrişê, zengilên xeterê li zêde ji 300 bajarok û bajarên siyonîstnişîn hatin lêxistin û bi mîlyonan siyonîst revîne weşartgehan. Herwiha karê balafirgeha El Ledê hat sekinandin û geştên esmanî yên Rejîma Siyonîst aloz bû.

Serepeyv