Êrişa hêzên Yemenî bi 11 mûşek û xwefiran ser deverên dagirkirî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355240-Êrişa_hêzên_yemenî_bi_11_mûşek_û_xwefiran_ser_deverên_dagirkirî
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê derbarê êrişa ser deverên hestyar ên Rejîma Siyonîst bi 11 mûşekên balîstîk û xwefiran agahî da.
(last modified 2025-07-07T12:47:52+00:00 )
Tîrmeh 07, 2025 15:11 Asia/Tehran
  • Êrişa hêzên Yemenî bi 11 mûşek û xwefiran ser deverên dagirkirî

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê derbarê êrişa ser deverên hestyar ên Rejîma Siyonîst bi 11 mûşekên balîstîk û xwefiran agahî da.

Yahya Serî di daxuyaniyekê de ragihand ku Berevaniya Hewayî ya Yemenê kariye li hember destdirêjiyên Rejîma Siyonîst bisekine û Berevaniya hewayî ya Yemenê kariye balefirên cengê yên dijmin neçar bike ku bêyî ku bikaribin tu derê bombebaran bikin, ji qada hewayî ya welêt derkevin û operasyona berevaniyê bi çend mûşekên erd-hewa yên navxweyî pêk hatiye.

Serî her wiha got: Hêzên mûşekî û hêzên xwefiran ên Yemenê karîne Balafirgeha Lod (Ben Goryon) bi mûşeka balîstîk a haypersonîk "Filistîn 2", û bendera Eşdod û  navenda elektrîkê ya herêma Esqelanê bi operasyoneke leşkerî ya bêhempa û hevbeş bidin ber êrişan.