Serketina Hizbullahê di hilbijartinên şaredarîyan ên Buqayê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i354736-serketina_hizbullahê_di_hilbijartinên_şaredarîyan_ên_buqayê_da
Lîsteyên ser bi Hizbullaha Libnanê û hevalbendên wan karîn ku di hilbijartina şaredarîyên herêmî li navçeya Buqayê da, pirranîya dengan bi dest bixin.
(last modified 2025-05-19T11:38:45+00:00 )
May 19, 2025 11:05 Asia/Tehran
  • Serketina Hizbullahê di hilbijartinên şaredarîyan ên Buqayê da

Lîsteyên ser bi Hizbullaha Libnanê û hevalbendên wan karîn ku di hilbijartina şaredarîyên herêmî li navçeya Buqayê da, pirranîya dengan bi dest bixin.

Hisên Nimir berpirsê Hizbullahê li navçeya Buqayê di civîneke çapemenîyê da encama teqil a hilbijartina konseya bajêr û şaredarîyên vê herêmê aşkira kir û raghiand ku Lîsteya Pêşxistin û Wefadarîyê li bajarê Be`ilbekê bi awayekî teqil ser ket.

Wî herwiha got ku vê lîsteyê karî bi navbera 6 hezar dengî li gorî amarên fermî yên lêjneyên tomarkirinê, hemî kursîyan bi dest bixe.

Nimir herwiha got: Ev hilbijartina, hilbijartineke sîyasî ya tam bû û lîsteyên Bereya Berxwedanê û hevpeymanên wan hemî şaredarî bi dest xistin. Wî ber bi Şêx Ne`îm Qasim Sersekreterê Hizbullaha Linanê va got: Bi xatircemî pêngavan rake, em ê wekî berê li rex te bin.