Generalê Siyonîst: Artêşa Îsraîlê di rewşa xwe ya herî xerab de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i354540-generalê_siyonîst_artêşa_Îsraîlê_di_rewşa_xwe_ya_herî_xerab_de_ye
Generalekî berê yê Rejîma Siyonîst li xwe mikur hat ku hêza artêşa vê rejîmê her ku diçe kêm dibe û qeyrana hêza mirovî ya wê jî dijwartir dibe.
(last modified 2025-05-05T11:29:44+00:00 )
May 05, 2025 11:25 Asia/Tehran
  • Generalê Siyonîst: Artêşa Îsraîlê di rewşa xwe ya herî xerab de ye

Generalekî berê yê Rejîma Siyonîst li xwe mikur hat ku hêza artêşa vê rejîmê her ku diçe kêm dibe û qeyrana hêza mirovî ya wê jî dijwartir dibe.

General Îshaq Birîk amajeyî îdiayên berpirsên pilebilind ên Rejîma Siyonîst ên derbarê lawazkirina Hemasê de kir û ev îdia xeberdanên bêbingeh binav kirin.

Wî got: Netanyahu û endamên taxima wezîran vê dawiyê gotin ku şerê li Xezzeyê dê berdewam be heta ku Hemas bi temamî têk biçe. Bi dîtina min ev gotin cihê heyf û mixabiniyê ne ji ber ku zexta leşkerî ya ku bi armanca azadkirina girtiyan tê kirin dê rastî encamên berovajî were û dê jiyana van girtiyan bistîne.

Generalê siyonîst destnîşan kir: Îsraîl îro bi kêşeyên ku ji yên Hemasê bi hezaran qatî dijwartir û metirsîdartir in re rû bi rû ye.