Fraksiyonsa Hizbullahê: Na jibo teslîmbûnê û na jibo normalkirina peywendiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i354105-fraksiyonsa_hizbullahê_na_jibo_teslîmbûnê_û_na_jibo_normalkirina_peywendiyan
Fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parlemana Lubnanê ser teslîmnebûna li himber dijmin û pêwîstiya pabendiya ser erd û serweriyê tekez kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 05, 2025 13:41 Asia/Tehran
  • Fraksiyonsa Hizbullahê: Na jibo teslîmbûnê û na jibo normalkirina peywendiyan

Fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parlemana Lubnanê ser teslîmnebûna li himber dijmin û pêwîstiya pabendiya ser erd û serweriyê tekez kir.

Elî Feyaz, endamê frakisyona Emekdariya  bi berxwedanê li parlemana  Lubnanê got:

Tevî pabendbûna Lubnanê bi agirbesê û cîbicîkirina biryara 1701`ê, dijminê siyonîst   êriş û dagîrkerî û hewildana jibo dîktekirina şert û mercên xwe berdewam dike. Wî got amerîkî  destê wê di cinayeta siyonîstan li herêmê  heye .

Elî Feyaz bal kişande ser girîngiya yekitiya Lubnanê li hember van gefan û got:  Em li dijî teslîmbûna li himber dijminpê siyonîst  û asayîkirina peywendiyên bi wan re ne û em radigehînin ku emê li ser serweriya xwe bi tu aliyekê re  sazişê nekin.

 Vî nûnerê parlemana Lubnanê  got:  Çareserî ev e ku dijminê siyonîst ji axa me vekişe û hemû kiryarên hovane û destdirêjkarane  yên xwe rawestîne.