Wezîrê Lubnanî: Ziyana şer 14 milyar dolar hatiye texmînkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i353793-wezîrê_lubnanî_ziyana_şer_14_milyar_dolar_hatiye_texmînkirin
Wezîrê Vegihestinê yê Lubnanê got ku ziyanên şerê vê dawiyê yê siyonêsmê li dijî Lubnanê nêzîkî 14 milyar dolar e.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 15, 2025 13:16 Asia/Tehran
  • Wezîrê Lubnanî: Ziyana şer 14 milyar dolar hatiye texmînkirin

Wezîrê Vegihestinê yê Lubnanê got ku ziyanên şerê vê dawiyê yê siyonêsmê li dijî Lubnanê nêzîkî 14 milyar dolar e.

Wezîrê Veguhestin û Karûbarên Giştî yê Libnanê Fayîz Resamenî ragihand ku hikûmeta Lubnanê di halê hevkariya bi banka cîhanî re jibo nirxandina ziyana destdirêjiya vê dawiyê ya Rejîam Siyonîst ser Lubnanê ye .Wî ragehand ku amarên seretayî nîşan didin ku asta ziyanan bi qasî 14 milyar dolaran bûye.

Rasamenî her wiha amaje bi pêvajoya paqijkirina herêmên  ziyan dîtî piştî şer jî kir û got:

 Operasyonên rakirina kaviliyan li herêmên di bin kontrola hêzên Lubnanî de, dest pê kiriye û hikûmet bi saziyên navdewletî û Banka Cîhanî re ji bo pêşxistina planeke nûavakirinê ya berfireh kar dike.