Êrişên Rejîma Siyonîst ser Zahiya başûrî ya Beyrûtê
Li roja 34-emîn a destpêbûna destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser Lubnanê artêşa dagirker vê sibê cardinê Zahiya başûrî ya Buyrûtê da ber êrişan.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişên 24 sietên derbasbûyî yên hêzên dagirker de bi dehan Lubnanî şehîd bûne û zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bûne.Navçeyên curbecur ji wan bajarokên El-Qelîle, El-Heniye, El-Borca bakurî û El-Malikiye îro ketin ber êrişaên hewayî û topxaneyî yên Rejîma Siyonîst.Di eynî demê de Hizbullaha Lubnanê jî di bersiva van cinayetan de derbarê êrişa bi xwefiran ser kargeheke leşkerî li bajarê dagirbûyî yê Ekayê agahî daye.Li gor amarên ku hatine raberkirin di encama şerê du rojên borî de li Lubnanê herî kêm 15 leşkerên Siyonîst hatine kuştin û derdora 90 leşkerên din jî birîndar bûne.Berxwedana Îslamî ya Lubnanê her wiha bi weşandina vîdeoyek hişyarî da xelkê bîst wbajarokên siyonîstnişîn û ji wan xwest ku demildest terka malên xwe bidin..Di vê vîdyoyê de thatiye gotin ku ev bajarok bûne cihê hêzên leşkerî yên dijmin û ji ber wê jî ji bo me bûne hedefên leşkerî yên qanûnî.Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniyekê de ragihand:Têkoşerên Berxwedana Îslamî îro nîvro navenda kombûna leşkerên Îsraîlê ya li navçeya El-Omera ya li rojavayê El-Wezanî dan ber mûşekan.