UNIFIL: Artêşa Îsraîlê bi qesd êrişî hêzên me dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i351786-unifil_artêşa_Îsraîlê_bi_qesd_êrişî_hêzên_me_dike
Berdevkê Hêzên Berevanê Aştiyê yên NY li başûrê Libnanê(UNIFIL) ragihand artêşa Rejîma Siyonîst bi qest van hêzane dike hedef.
(last modified 2024-10-19T10:18:39+00:00 )
Çirî 19, 2024 13:06 Asia/Tehran

Berdevkê Hêzên Berevanê Aştiyê yên NY li başûrê Libnanê(UNIFIL) ragihand artêşa Rejîma Siyonîst bi qest van hêzane dike hedef.

'Andrea Tenenti', Berdevkê UNIFIL`ê ragihand: Êrişên artêşa Îsraîlê  ser hêzên me berovajî ji ya ku rayuedarên îsraîlî dibêjin, bi qesd bû. Îsraîlê bi caran UNIFIL giriye hedef ku pên caran bi qesd bûye. Wî herwiha got: Hewcetiya me heye ku em li Libnanê bimînin. Hêzên me çend mehan berî nika di nêzîkatiya binkeyekî xwe li Libnanê, şûnên bikaranîna muhtemel a fosfora sipî dîtine.

Artêşa Rejîma Siyonîst zêde ji carekî hêzên UNIFILê û pêgehên wan ên li başûrê Libnanê kiirye hedef. Li dû van êrişan Libnanê li Konseya Ewlehiyê û NY da doz vekiirye û nêzî 40 welatan piştgîriya xwe ya tam ji hêzên UNIFIL`ê ragihandine û van êrişan şermezar kirine.