Bombebarana giran a Zahiya Beyrûtê; Hewldana jibo terorkirina Haşim Safyeddîn
Rejîma Siyonîstî êrişî ser Zahiya Beyrûtê kir, ku ajansa Reutersê dibêje, ji êrişa ku bû sedema şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah mezintir bû.
Kanala Sky Newsê nivîsî ku ew cihê ku ji aliyê rejîma Israîlê ve hatiye armanckirin, hinekî ji firokxaneya Beyrûtê dûr e.
Ajansa nûçeyan a LBCI ya Lubnanê vîdyoya êrişên tund ên Rejîma Siyonîst ser Zahiya Beyrûtê belav kiriye.
Kanala nûçeyan a El Cezîreyê ragihand ku êrişên Rejîma Siyonîstî ser Zahiya Beyrûtê çend avahî kirin armanc ku bi hatin kavilkirin.
Hevdem Wezareta Tendirustiya Libnanê ragihand ku di encama êrişên roja Pêncşemê yên Îsraîlê ser Lubnanê de 37 kes şehîd bûne û 151 kes jî birîndar bûne.
Reutersê ji zarê şehedhalekî nivîsî ku piştî bihîstina dengê balafirên şer, dengê çend teqîn li nêzîkî firokxaneya Beyrûtê hatin bihîstin û dûkel ji wê deverê bilind bû.
Çavkaniyekî ji Wezareta Veguhastinê ya Lubnanê ji Reutersê re ragihand ku herî kêm yek ji êrişên Îsraîlê dervayê balafirgehê kiriye armanc.
Kanala 14 a Îsraîlê îdia kir ku Haşim Safyeddîn Serokê konseya kargêr a Hizbullahê li Zahiya Beyrûtê hedefa êrişa siyonîstan bûye.