Li Libnanê 147 kes hatin şehîdkirin û birîndarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i351524-li_libnanê_147_kes_hatin_şehîdkirin_û_birîndarkirin
Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê ragihand ku di encama êrişên duh û şeva buhurî yên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên wî welatî da 147 kes hatin şehîdkirin û birîndarkirin.
(last modified 2024-09-30T12:33:17+00:00 )
Îlon 30, 2024 16:01 Asia/Tehran
  • Li Libnanê 147 kes hatin şehîdkirin û birîndarkirin

Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê ragihand ku di encama êrişên duh û şeva buhurî yên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên wî welatî da 147 kes hatin şehîdkirin û birîndarkirin.

Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê ragihand ku di encama êrişa Rejîma Sîyonîst ser bajarokê Eyn Delbê da li başûra wî welatî, 45 kes hatin şehîdkirin û 70 kes jî hatin birîndarkirin.Li gorî daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê, di encama êrişa Rejîma Sîyonîst ser navçeya Hermel li rojhilata wî welatî da jî 12 kes hatin şehîdkirin û 20 kes jî birîndar bûn.Ev di halekî da ye ku blafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst îro jî êrişî bajarên Yaron, Şehabîye û Kefra li başûra Libnanê kirin. Artêşa Rejîma Sîyonîst jî hinek navçeyên şarê Sûr`ê da ber topan û navçeyên Xeyyam û Wazanî li başûra Libnanê jî bûn armanca êrişa bi xwofirrê.Ajansa Nûçeyan a Fermî ya hikûmeta Libnanê jî ragihand ku balfairên cengê yên Rejîma Sîyonîst êrişî Kefer Tebnît, Dêr Zehranî û navçeya di navbera Ereb Selîm û Hebûşê kirin.Rejîma Sîyonîst herwiha bi awayekî hovane êrişî herêmên Şemster, Nebî Şêys û Nebî Osman li gelîyê Buqayê kir.